Bugun...

Agırê Jıyanê

 Tarih: 19-03-2018 07:46:00
Muhsin Öztopçu

 

Agirê jiyanê hildibe li van wara

Eva çi ye em dikişînîn ji van kedxara

Digerin van deşta van newala

Em serê xwe datînin ser dar û bera

 

Evan kedxara riyên me hemû birîn

Em her roj dikişînin axîn û nalîn

Ji destê wana xelas naken ruhê şêrîn

Destê zulmê her roj her şev digerin (?)

 

Kedxara nanê me standin ji destê me

Jehr berdane nava dilê me

Barê giran dane ser milê me

Ar berdane cilê li ser me

 

 

  YORUMLAR YORUM YAP | 0 Yorum
  FACEBOOK YORUM
Yorum
  YAZARIN DİĞER YAZILARI
  • BUGÜN ÇOK OKUNANLAR
  • BU HAFTA ÇOK OKUNANLAR
  • BU AY ÇOK OKUNANLAR
YUKARI